Stêra-文本歌词

Stêra-文本歌词

Mem Ararat
发行日期:

Stêraa!!!

Taldeyên zîvîn çiqa sar e

Ji min re nelîlîne

Berbang e û nikarim xwe bispêrim hembêza xewnan

Diherike ji çavên min xewek ji awirên dirindeyan

Stêra tu nemînî

Stêraa!!!

Berbangên evînê zêde har in

Dişewitîne, dihejîne

Bê xew im û ez û ev bajar li hev nayên

Kulmikên min ji biyabanek hetahetayê

Stêra tu nemînî