Çipe çipa baranê Dibare ji ezmanê Baranê ha bibare Pirke ava rûbare Baranê hema hema Tijîke ava çema Ava çiya û çola Zeviyên deşt û dola Şînke genim û giya Gulên xweşik geliya Qaz qulingên arana Difirin diçin zozana Gulnewroz û kereng Hin zû dertên hin dereng Sping li gel tirşokê Şîn dibin li devê cokê Ewrên te bi gurîn in Kovark serî derxînin Kar û berx diçin çerê Çîvik bixwînin li her derê Çipe çipa baranê Dibare ji ezmanê Baranê ha bibare Pirke ava rûbare