Boy govend mala bigere, defçî tim bêje \"hey şabaş\"! Tilîê keç-bûkê cahilda biçrûsin gustîlk û qaş, Kalê extîyar tasê hilde, s vexwe eşqa bûk û zevê, Em nehêlin, carke dinê têkeve nav sawê. Em nehêlin, wekî xûnxur rabin, dîsa dinê levxin, Em nehêlin, wekî şiltax pêxemê edlayame xin! Wekî sitqê me hevrabe û cergê xwe em têkin yek. Ser meda naê tu edûk û tu dijmin, û tu qezîak! Em nehêlin, ku xezabin dinêda merivê amûtam. Bra edlaya rû dinê timcir mera bibe miqam! Wî miqam wê bistrên ji kala girtî heta zara. Li zozana û li deşta, li gunda û li bajara. Destê xwe bide destê min, hevalo, rabe, sibeye, Milê xwe bide milê min, hogiro, qam-qamê meye, Îro hişîarin cimet, ji ûris heta erebî zeng, Şerkarîa me ya heqîêye, em nahêlin pêşda bê ceng.