Mirazê min-文本歌词

Mirazê min-文本歌词

Lorinen Jine Kurd
发行日期:

Sê mirazê min hene, Yek bihaye ji ê din, Sertaç huba weten e Mîna şîrê dayka min. Ew hub xwelî, ez zîlek, Ew kilam e, ez xeber, Ew pişt, baye, ez bîlek, Ew şemse da min neder. Mirazê din edlayî, Ku rewşe bo dinyaê, Bi wê ezman tim sayî, Avka lêva mervayê. Lê mirazê minî din Huba teye Kurdistan, Ew li nava dilê min Bûye agir û sindyan. Heft xwezla min wê rojê Aza bivî, Kurdistan, Çelkî de’wê û dozê Bivî serbest û xudan. Sê mirazê ser lêvê min, Bêî wan emrê min qete, Ew mal, hal û qamê min Mirazê min zîarete