Şîrînê xalxalokê Rengînê delalokê Xalxalokê b’lezîne Deşt û çiya b’hejîne Ha bigre vê pisyarê Evîna dilê yarê Ez gul im, ew bilbil e Evîna me ji dil e Dilê min textê wî ye Kilîl bi destê wî ye Here mala xalê min Gazî ke hevalê min Ji malê bêtin derê Xatrê dilê dilberê Bêtin han û hewarê Ser kanîka qesarê Ez gul im, ew bilbil e Evîna me ji dil e Dilê min textê wî ye Kilîl bi destê wî ye Min hiş û bîr nemaye Gelo bo çi vemaye? Canê şirîn bo wî ye Bê wî evîn bo çî ye? Xalxalokê biriştim Bo çi hosa’ vehiştim Ez gul im, ew bilbil e Evîna me ji dil e Dilê min textê wî ye Kilîl bi destê wî ye